Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî dêlêgasîya koalîsîyona navneteweyî, ya dijî DAÎŞ ê qebûl kirîye.
Serokatîya dêlêgasîyayê kirîye gênêral Mêtyû Makfarlêyn. Wextê hevdîtinê bûyarên van axirîya, yên girêdayî şerkarîya dijî DAÎŞ ê ra hatine gotûbêjkirinê.
Dêlêgasîyayê rola pêşmergaye nava şerkarîya dijî DAÎŞ ê bilind qîmet kirîye.
Wextê hevdîtinê serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk razîbûna xwe bona hevkarîyê, ya nava şerkarîya dijî têrorîzmê elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hêzên kurda zîyanê jî ketine, lê her dem xwestine ku nava şerkarîyêda ser bikevin.