H’emû nûçeSereke

Almanîyayê beşdarî mîsîya dîtindarîyê, ya sîvîle li Ermenîstanê bibe

Almanîyayê beşdarî xebatên mîsîya dîtindarîyê, ya  Yekîtîya Avropayêye sîvîl ya li Ermenîstanê bibe. Derheqa wê yekêda wezîra Almanîyayêye karên der Annalêna Bêrbikê wextê tomerîkirina encamên hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

“Dew û doza Qerebanê nava 30 salên dawîda zêrandinên mezin dane merivatîyê. Bona piştgirîya hindava qewînbûna herêmê, Yekîtîya Avropayê birîyar kirîye mîsîya monîtorîngê, ya sîvîl bişîne Ermenîstanê, beşdarî kîjanê dibe usa jî Almanîya”,- li ser rûpelê Twittere, yê wezîreta Almanîyayêye karên der hatîye nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button