H’emû nûçeSereke

Wextê axaftina bi têlefonê Paşînyan serxweşî daye serokê Sûrîyayê û cimeta wê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê serokê Sûrîyayê Başar Al Esedra qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye wekî serokwezîr ji navê xwe û hukumata Ermenîstanê serxweşî daye serokê Sûrîya dost û cimeta wê, girêdayî erdheja 6 ê sibatêra, rûyê kîjanêda gelek meriv bûne qurbanî û gelek avayî wêran bûne.Nîkol Paşînyan bona birîndara qencbûna lez xwestîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan amade dibe piştgirîyê bide cimeta Sûrîyayê bona ku qewilên giran hinekî bidine sivikkirinê.

Başar Al Esed bona wê yekê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî niha bona wan pirsgirêka ewlin xurekva girêdayîye.

Pevketin hatîye destanînê, wekî Ermenîstanê pêşda xurek bişîne Sûrîyayê.

Serokê Sûrîyayê bona piştgirîyê razalixî elam kirîye û bi hêvîdarî gotîye, wekî usa jî bi alîkarîya Ermenîstanê wê li hev bê encamên erdhejêye giran altkin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button