H’emû nûçeSereke

“Bahê” rê bona Ermenîstanê dicêribînin bidine bilindkirinê

Bi gotina serokwezîr Ermenîstan hema sibê jî amadeye ku hemû şuxulkarîyên pêwîst destpê bike.Paşdaêxtstin ne li gorî berjewandîyên Ermenîstanêye û  Ermenîstan hewaskare wekî rê bên vekirinê.

“Bahê” vekirina rêyên herêmî dicêribînin bona Ermenîstanê bidine bilindkirinê û qewilên nû pêşda dikişînin, yên ku nava elametîya 9 ê mijdarêda tunene. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

“Em 30 salin nava dorgirtinêdanin. Tu kes mînanî me hewcê vekirina rîya nîne, ne Adirbêcan, ne jî Tirkîya, çimkî rêyên wane başqe hene. Ev menî raste, çimkî hemû kes fem dike wekî em ji hemûya zêdetir hewcê wan rîyane  û ew dicêribînin  “bahê” vekirina rîya bona me zêdekin.Em dibêjin, werin em wê yekê mîyaserkin, çi ku elametîya 9 ê mijdarêye sêalîda hatîye dîyarkirinê û çi ku tune wê yekê nekin.Van axirîya serokê Adirbêcanê jî got, wekî nava elametîya 9 ê mijdarêda xebera “korîdor” tune û ewî bi xwe ew xeber daye xebatê. Bi vê yekêva hemû tişt hatîye gotinê”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button