SerekeSîyasî

Binelîyên bakûrê Sûrîyayê  piştî erdhejê hewcê alîkarîyêne

Wekîlê admînîstrasîya bakûr-rojhilatê Sûrîyayê Xalit Dewrêş êrîşên tirkaye li zona erdhejêye li bakûrê Sûrîyayê gunehkar kirîye û bang kirîye ku alîkarîya lez bidine herêma otonom.

Erdheja qewimî usa jî zîyan daye nehîyên herêma otonome li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê. Bi wê yekêva tevayî usa jî zîyan gihîştîye Efrînê, usa jî  kantonên Şahbayê û Kobanê. Hejmara zîyankêşa eyan nîne û xebatên dasekinandinê berdewam dibin.

Şeva duşemê Tirkîyayê bi artîlêrîyayê gundê Tel Rifatê daye ber topa, yê ku dikeve nava zona erdhejê.

“Hetanî niha me ji welatên der alîkarî nestendîye. Halê li bakûr û rojhilatê Sûrîyayê gelekî girane. Mal tunene, xurek û derman têrê nakin. Gerekê alîkarîya lez bighînine  merivên nava hewcetîyêda Xalit Dewrêş gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button