
Partîya Dêmokratîk, ya Gela merkeza krîzeyê ya koordînasîyon saz kirîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî merkeza krîzeyêye koordînasîyon 24 seheta dixebite.Elametî hatîye belavkirinê, wekî wê merkezêra dikarin bi têlefonê bêne girêdanê û heger li nehîyên erdhejê kesek hewcê piştgirîyêye, dikare bi têlefonê bêje. Derheqa vî hemû tiştîda partîyayê wextê prêss-konfêransê raber kirîye.Partîya Dêmokratîk, ya Gela 2000 rezedilvan şandine nehîyên erdhejê. Ew li gorî mecalên xwe piştgirîyê didine cimetê.







