H’emû nûçeSereke

Li ser hîmê rezedilvanîyê jin dikarin şeş meha qulixa leşkerîyê bikin

Nîkol Paşînyanê serokwezîr elam kirîye ku gerekê sîstêma qulixkirina leşkerîyê bê guhartinê û gerekê derbazî sîstêma eskerê profêsîyonalbin: “Ez şame wekî em tê bêjî dikevine nava êtapa praktîk û werguhastineke nû mîyaserkin, dema ku mecal çê dibe wekî jin dikarin bi rezedilîya xwe şeş meha nava eskerda qulixkin”.- Paşînyan gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan jî gotîye wekî ew proje îdî amadeye û wê bona gotûbêjkirinê raberî civakê bikin.

Nîkol Paşînyan jî pirsa derheqa sîstêmên nûda yên nava eskerda girîng hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button