H’emû nûçeSereke

Erdhej ji bo germbûna têkilîyan teşwîqeke: têkilîya Ermenîstanê û Tirkîyayê wê berbi çiva bibe?

Guhertinên balkêş di peywendîyên dîplomatîk yên ermenîya-tirka de çêdibin, ku erdhej û biryara Yêrêvanê ya dirêjkirina destê alîkariyê rastî teşwîqekê hatin.

Di nava hevteyê da Ermenîstanê du caran  komeke rizgarkir û her wiha  du cara  alîkarîya merivhizîyê şandin. Kamyonan piştî 30 salan cara ewil sînorê bejayî derbas kirin, ji pira Margarayê derbas bûn.

15 ê sibatê de wezîrê  karên der Ararat Mîrzoyan çû Tirkîyayê. Seredan ji Enqereyê dest pê kir û li wir hevdîtin pêk anî. Paşê wezîrê karên der çû Adîyamayê û bi ekîbên ermenî yên beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn ra hat bal hev.

Ev duyemîn seredana wezîrê Erenîstanêyî karên dere bo Tirkîyayê bû di nav salekê de: Adara 2022 an li Antalyayê beşdarî konfêranseke dîplomatîk bû.

Seredan û hevdîtin bi daxuyanîyên dualî yên teşwîq û spasîyê pêk tên.

Germbûna konvansîyonel ya heyî wê heta kengê bidome, sîyaseta Tirkîyayê wê çiqasî biguhere û wê dev ji xetereya hebûna Ermenîstanê berde? Ev hemû pirs îro ji her demê bêhtir têkildar bûne…

Tirkzan  Rûbên Safrastyan di derbarê guhertina stratejîya Tirkîyayayê de pir bi guman e. Pispor di axaftina xwe ya bi Sputnik Armênîyayê re dîyar kir ku rêgezên sîyasî yên Enqereyê ku ji destpêka salên 90 î yên sedsala borî ve, ango piştî ragîhandina serxwebûna Ermenîstanê pejirandîye, bi giştî nayê guhertin. Esasê wê sîyasetê ew e ku bi berdewamî zextê li dewleta Ermenîstanê bike, ji pozîsyona wê ya erdnîgarî ya lawaz û nerehetî sûd werbigire, neçar bike ku tawîzên cûre -cûre bide. Di nav van salan de sînorê Ermenîstanê ji ber vê sedemê girtî bû. Û her pêngaveke mirovî ya Ermenîstanê nikare stratejîya Tirkîyayê di kêlîyekê de biguhere û sînorên girtî beşeke bingehîn a wê stratejiyê ye.

Bê şik, encamên karesatê serkarîya Tirkîyayê neçar dike ku helwesta xwe ya li hember cînarên xwe – Ermenistan, Yûnanistan, Yektîya Mîrtîyîyên Ereba, Misir, bi kêmanî di asta taktîkî de ji nû ve binirxîne. Ev yek ji gotinên spasîyên ku li ser torên civakî ji dîplomatên ermenî re hatine kirin, seredana wezîrê derve yê Yûnanistanê bo Tirkîyayê û hevdîtina germ ya bi hevtayê xwe yê tirk re, danûstandinên Êrdogan bi serokê Kurdistana Îraqê re diyar dike. Lê her tiştî ravekirina xwe heye. Li gorî Safrastyan, zirarên mezin yên aborî û pirsgirêkên navxweyî yên neçarî neçar dikin ku hukumeta Tirkîyayê “ji ezman dakeve” û fêdeya xwe ya jêostratejîk qut bike.

“Armancên Enqereyê di van salên dawî de pir zêde bûne, lê çalakbûna wê bi zelalî bi şîyan û çavkanîyên wê yên aktîv re li hev nekir. Tirkî li ser serê xwe difirîya. Niha ez difikirim ku ew ê hinekî aram bibe, dê neçar bimîne ku bi pirsgirêkên xwe yên hundurîn yên ku pir zêde bûne re mijûl bibe, ” Safrastyan bawer e.

Lê belê ji alîyê stratêjîk ve ev hemû pirsgirêkên sîyasî yên derve û helwestên êrîşkar wê bên parastin.

Di heman demê de, rojhilatnas şandina alîkarîyê ji bo Tirkîyayê ji alîyê Ermenîstanê ve wek jesteke însanî dinirxîne, ji ber ku ev taybetmendîya civaka medenî û xiristîyan e. Ji bo ku Yêrêvana fermî hin mebestên din hene û hesabên din dike, Safrastyan zehmet dibîne ku bersiva vê pirsê bide. Di her rewşê de, ew di wê bawerîyê de ye ku kiryarên mirovî dê planên jêostratêjîk yên Tirkîyayê neguherînin.

Safrastyan der barê bersiveke erênî ya sîyasetmedarên rojavayî yên li hemberî pêngava rêveberîya Ermenîstanê û gotinên wan yên piştgirîkirinê de axivî, diyar kir ku ew vê bersivê weke nîşaneya destwerdana dîplomatîk ya çalak ya wan nabînin.

Berîya niha seroka USAID Samanta Powêr li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîbû ku ew pir bandor bûye ku Ermenistanê alîkarîyên mirovî ji Tirkîyayê re şandîye.

Nûnerê Yektîya Avropayê yê taybet ji bo pirsên Kafqasîya Başûr Toyvo Klaar jî li ser rûpela xwe ya tora civakî daxuyanîyeke bi heman rengî da.

Vîktor Nadêîn-Rayêvskî, rojhilatnasê rûs û lêkolînerê payebilind yê înstîtûta lêkolînî ya neteweyî ya  aborîya cîhanî û têkilîyên navneteweyî ya Akadêmîya zanistî ya Rûsyayê, bawer dike ku bi şandina alîkarîyê, Yêrêvanê pabendbûna xwe bi nirxên gerdûnî re îsbat kir, bêyî ku li ser nakokîyên dîrokî, nakokîyan û berrûtî.

Û girîng e ku alîyê tirk ev pêngava serokatîya Ermenîstanê bi minetdarî nirxand. Di axaftina bi Sputnik Armênîyaye re, pispor destnîşan kir ku ev hemû rê dide me ku em hêvî bikin ku têkilîyên di navbera herdu welatan de baştir bibin, lê pirsên girîng yên sîyasî û dîrokî mane.

Berîya her tiştî em behsa tawîzên Ermenîstanê dikin, ku yekitîya tirka-azêrîya daxwaza wan berdewam dike. Eşkere ye ku Adirbêcanê ne dev ji fikra korîdora derveyî xaka Komara Ermenîstanê berdaye, ne jî dev ji îdîayên xwe yên erdî yên li dijî Komara Ermenîstanê berdaye. Heta niha Tirkîyayê dîyaloga bi Yêrîvanê re girêdayî pêvajoya ermenîya-azêrîya dikir. Nadêîn-Rayêvskî guman dike ku bêyî germbûna hema-hema nedîtî ya têkilîyan, seroketîya Ermenîstanê karibe danûstandinên ermenîya-tirka ji danûstandinên ermenîya-azêrîya “qir bike”.

Pispor bi bîr xist ku têkçûna bi navê “dîplomasîya fûtbolê” ji ber faktora Adirbêcanê bû. Bersiva ku Tirkîyayê ji Adirbêcanê sitand û alayên Tirkîyayê li Bakûyê weke nîşaneya protêstokirina dîyaloga ermenîya-tirka hatin şewitandin, gelek kes bi bîr tînin.

 “Va ye ku ne kûçik dûvikê dihejîne, berovajî wê ye… Bi her halî wê pirs were ser helwesta Adirbaycanê. Pisporê rûs got jî, ez nizanim gelo dê tirk karibin rewşê bizivirînin da ku birêkûpêkkirina têkilîyan ne girêdayî daxwazên cuda yên Bakûyê be.”

Pirsgirêka Qirkirina Ermenîyan ya li Împêratorîya Osmanî yek ji mijarên herî aloz berdewam dike. Bê şik di hin derdorên Ermenîstanê bi xwe de, ji bo ku bi Enqereyê re dîyalog bê danîn, ji bo dev ji fikra naskirina navneteweyî ya Qirkirina Ermeniyan berdin, daxwazên cûre-cûe têne kirin. Lê nêzîkatîyeke bi vî rengî tê wê wateyê ku dev ji hemû prensîb, pîvan û nêzîkatîyên ku heta niha Ermenîstan bi wan dihat birêvebirin. Ev nêzîkatî jî bi parçebûn û bîyanîbûna di navbera dîaspora û welatê dîrokî de tijî ye.

Nadêîn-Rayêvskî zehmet dibîne ku pêşbînîya sîyaseta Ermenîstanê çawa pêş bikeve. Lê belê gav hatin avêtin û divê li bendê bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button