H’emû nûçeSereke

Êrdogan bin navê qezîya hûmanîtarîda kampanîya hilbijartina destpê kirîye: sîyasîzan

Li gorî melûmetîya, serokê Tirkîyayê Êrdogan dixweze 14 ê gulanê li Tirkîyayê hilbijartina bide derbazkirinê. Gelo hilbijartin wê nava wedê kifşkirîda bêne derbazkirinê, yan ewê rûyê erdhejêda bêne paşdaêxistinê? Bona çi Êrdogan lez dikeve: nava vê êtapêda ewê bikaribe bighîje meremê xwe, bi hesabhildana faktora qezîya hûmanîtarî? Dora vê têmayê sîyasîzan Şahan Gantaharyan tevî Radar Armênîyayê qise kirîye.

Bi gotina Gantaharyan diqewime hilbijartin bêne paşdaêxistinê, lê piştî wê yekê dikarin hilbijartinên serokatîyê bêne derbazkirinê.

“Bona rastkirina encamên erdhejê, Êrdogan bi hemû alîyava xebata dike. Ew gerekê civaka tirk bîne ser wê qirarê, wekî ew bi opêratîvî dixebite û meriva xilaz dike.Êrdogan bin navê qezîya hûmanîtarîda pêvajoya girêdayî hilbijartinara destpê kirîye”,- Gantaharyan gotîye.

Bi gotina wî, kardarîya xebatên li zona erdhejê, wê tehsîra xwe li ser encamên hilbijartina bihêlin.

“Bi fikira min, guhartina serokê Tirkîyayê  pêwandîyên Waşîngtonê û Enqerêva girêdayîye. Heger Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xwe hazir dike ku Êrdogan  derbaz nebe, wî çaxî krîzeya fînansîye nû dikare pêşda bê û ewê li ser encamên hilbijartina tehsîrke”,-Şahan Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button