H’emû nûçeSereke
Rûsîya bona Ermenîstanê vêktora here bi pêrspêktîve: Aram Safaryan

Sala 2022 a Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bona Ermenîstanê bûye hevkara kirîn-frotanêye sereke. Derheqa wê yekêda serokê organîzeya civakî û şiroçîyê sîyasî Aram Safaryan gotîye.
Bi gotina wî, bona Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî para 47 selefî deranîna ji Ermenîstanêye, lê 31 selef jî anîna li Ermenîstanêye. Ewî derheqa potênsîyala hevkarîyêye mezin xeberdaye. Bi gotina şiroçîyê sîyasî, zivira eşîyaye tevî Rûsîyayê zêde dibe, ya ku ne tenê tifaqdara stratêcîye, lê hevkara kirîn-frotanêye serekeye.
“Rûsîya bona Ermenîstanê vêktora here bi pêrspêktîve”,-Safaryan gotîye. Deranîna eşîyaye ji Ermenîstanê ya berbi Rûsîyayê 2,9 cara zêde bûye. Învêstîsîyayên Rûsîyayêye li Ermenîstanê gihîştine du mîlîyard dolarî.







