SerekeSîyasî

HDP  ê bangî Êrdogan kirîye ku bona bersivnedayîna encamên erdhejê ji qulixa xwe dûrkeve

Hemseroka Partîya Tirkîyayêye Dêmokratîk, ya Gela Perwîn Bûldanê bangî Êrdogan kirîye ku ew ji qulixa xwe dûrkeve, çimkî piştî erdhejê bersiva piştgirîyê nehatîye dayînê.

“Ewên ku gerekê roja îroyîn ji qulixê dûrketana, pêçîya xwe ser wan dihejînin, yên ku alî dikin. Ewên ku gerekê ji qulixê dûrketana, nahêlin ku alîkarî bê dayînê. Heger roja îroyîn wujdanê desthilatdarîyê hebûya, nava wêda usa jî serokê dewletê, gerekê piştî erdhejê ji qulixên xwe dûrketana.Feqet wujdan û mêrxasîya tu kesî tune wê yekê bike”,- Bûldanê wextê seredana li Gazyantepê gotîye.

Ewê usa jî gotîye, wekî hejmarên fermî, yên derheqa kuştîyada rastîyê nadine kifşê, çimkî bi hejara meriv hê bin avayên wêrankirîdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button