
Li goîrî fikirdarîyê tê texmînkirinê, wekî piştî erdhejê sîyaseta Tirkîyayêye der wê agrêsîvîya xwe undake. Fikira wî cûreyî akadêmîk û tirkzan Rûbên Safrastyan elam kirîye.
Bi gotina wî, Tirkîyayê mecbûrbe guhdarîyê bide ser pirsgirêkên hundur: “ Tirkîya bi xwe welatekî navîne, lê nava sîyaseta xweye derda, li ser bingeha ambînsîyayên Êrdogan, Tirkîyayê sîyaseta usa mîyaser dikir, kîjanê ez çawa cêribandina banzdana ji serê xwe jortir qîmet dikim. Ew yek rêsûrsên dewletê dide undakirinê. Niha Tirkîyayê ji wê sîyaseta xwe paşda bisekine. Ez usa jî texmîn dikim, wekî Tirkîya nikare kîsî rêsûrsên xweye hundur xebatên dasekinandinê mîyaserke û ewê mecbûrbe bicedîne wekî ji der kapîtal bên hundur. Ew învêstîsîya hîmlî wê ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîbin, lê ew yek jî wê bide kifşê, wekî tehsîra Ştatên Yekbûyî, ya li ser Tirkîyayê wê zêdebe”,- Safrastyan gotîye.







