H’emû nûçeSereke

Pêşnîyara ji Têhranê bo pêşxistina formata “3+3”

Têhranê pêşnîyarî  Moskvayê kirîye ku bi formata “3+3” li Îranê hevdîtina wezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê, Îranê, Tirkîyayê, Adirbêcanê û Gurcistanêye karên der teşkîlkin.Pêşnîyara derheqa vê yekêda wezîrê Îranêyî karên der raberî cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Alêksandr Grûşko kirîye, dema ku ew li Têhranê rastî hevdu hatine.Pêşezan pêşnîyara Têhranê hesab nakin çawa tiştekî badîhewa û ew difikirin, wekî ew yek girêdayîye wê tabîya Îranêra, ku ew dixweze ku pirsgirêkên herêmê bi cedandinên welatên herêmê helkin.Pêşzan usa jî bi şikberî nêzîkî vê pirsê dibin, çimkî ew hesab dikin ku pêwandîyên dualî sert bûne.

Îranzan  Vardan Voskanyan dibêje wekî meriv nikare wê yekê bîne ber çevê xwe ku heleqetîyên Bekûyê û Têhranê niha çi cûreyîne û çawa dikarin wê hevdîtinê teşkîlkin.

Nvêr  Davtyanê  îranzan jî daye dîyarkirinê, wekî tabîya Gurcistanê jî pêşîya vê yekê digre.Nvêr Davtyan dibêje wekî diqewime ew pêşnîyara Îranê wê yekêva girêdayîye wekî li Ermenîstanê koma Yekîtîya Avropayê tê cîhwarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button