Wezîrê Lyûksêmbûrgêyî karên der Jan Asêlborn bi seredana fermî li Ermenîstanê bû.Ew ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanda hatîye qebûlkirinê. Piştî qisa cuda, wezîr rastî rojnamevana hatine û bersiva pirsên wan dane. Bi dayîna bersiva pirsa rojnamevana, ku gelo Avropa wê çi cûreyî qîmetîyên hemavropî bona berjewandîyên neftê û gazê bide alîkî, dîplomatê avropî gotîye ku îzin tune ruhê xwe bona neftê yan gazê bifroşin.
Ararat Mîrzoyan jî derheqa wan elametîyada xeberdaye, bi kîjana hatibû gotinê ku korîdora Laçînê ya Syûnîkêva biguhêrin.Ewî gotîye wekî korîdora Laçînê ya hûmanîtarîye û derheqa girîngîya wêda nava elametîya 9 ê mijdarêda hatîye gotinê. Bi gotina Mîrzoyan, tabîya Ermenîstanê nayê guhartinê û ew korîdor gerekê nava doranên serbixwetîya wan welatada û li gorî qanûndarîya wî welatî bêne xebitandinê, bi kîjanara ew derbaz dibin.







