
Hukumata Herêma Kurdistanê cedandinên xwe dide qewatkirinê, ku careke mayîn dîna xwe bidine normên avayîçêkirinê û standartên nû pêşda dikişînin bona ku wextê erdheja ewlehkarî bê çareserkirinê.
Wezîreta avayîçêkirinê roja sêşemê bi hevkarîya tevî înstîtûta amêrîkîye bêtonê sêmînar teşkîl kiribû, ku dîna xwe bidine normên avayîçêkirinê.
Mesrûr Barzanîyê serokwezîr beşdarî vê sêmînarê bûye ku guhdarîya şêwirên sêysmolog û gêologên cî û navneteweyî bike, bona ku wextê qezîyayên wî cûreyî amadebin.
Sêmînareke mayîn jî li Hewlêrê dîsa pêk hatîye, têma kîjanê dîsa hema ew pirs bûye.







