H’emû nûçeSereke
Li Hewlêrê pêşengeha derheqa arşîvên netewên kêmjimare li Ermenîstanê, hatîye teşkîlkirinê

Girêdayî salvegera vekirina konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê, bi hevkarîya tevî wezîreta hukumata Herêma Kurdistanêye rewşanbîrî, li Hewlêrê pêşengeha derheqa arşîvên netewên kêmjimare li Ermenîstanê hatîye teşkîlkirinê.Nêzîkî 70 wêneyên dîrokî û dokûmêntên arşîva hatine raberkirinê.
Li pêşengehê cêrge nevsên Kurdistana Îraqêye fermî, çandî û sîyasetmedar, rewşanbîr, dîplomatên welatên dere li wir, wekîlên dîyasporayên cuda-cuda amade bûne.

Wezîrê rewşanbîrî Mehmed Sehîd Elî nava axaftina xweda gotîye, wekî teşkîlkirina vê pêşengehê gelekî girînge.Ewî derheqa pêwandîyên ermenîya û kurdaye dîrokîda, derheqa çanda kurdaye li Ermenîstanê û xweykirina wêda gotîye.








