H’emû nûçeSereke
Pêwandîyên Ermenîstanê û Îranê yên başin û zîyanê nadine tu welatekî

Li Cênêvayê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdullahîan pêk hatîye. Çapemenîya îranî ragîhandîye ku wezîrê Îranê gotîye wekî pêwandîyên baş, yên di navbera Têhranê û Yêrêvanêda, li gorî berjewandîyên temamîya herêmêne û zîyanê nadine tu welatekî: “Em piştgirîyê didine pêşkeftina pêwandîyên hemû welatên Herêma Qafqasîyayê, lê sîyaseta meye prînsîpyal ewe ku em dijî her guhartineke gêopolîtîkî, ya li herêmê derkevin”,- ewî gotîye.
Ararat Mîrzoyan jî bona qedirgirtina serbixwetîya welatên herêmî razîbûna xwe daye dîyarkirinê.







