H’emû nûçeSereke

“Ew çareserkirên ewlehkarîya yekîtîya axa bûn”: Alên Sîmonyan derheqa Rûsîyayêda

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa wan elametîyên wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrovda xeberdaye, bi kîjana gotibû wekî ew cedandinên welatên sêemîn, yên bona normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya silav dikin: “Ew her dem dibêjin, ku heger yên mayîn dikarin pirsê bi cûrekî helkin, ewê tenê piştgirîyê bidin. Feqet hema rûs bi xwe gerekê wê pirsê helkin.

Wana gerekê pirs îdî helkirîbûya. Ew bûn çareserkirên ewlehkarîya yekîtîya axa me. Baregeha rûsî, ya leşkerî,  ya 102 a li vire û hemû tişt bona wê yekê bû. Heger hûn nikarin wê yekê bikin gerekê derheqa wê yekêda bêjin, yan jî bi hevra rê bibînin.Lê em wê yekê dibînin, çi ku diqewime”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button