H’emû nûçeSereke
Mihêr Grîgoryan tevî wezîrê Îranê alîyên hevkarîyêye nû gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan wezîrê Îranêyî pirsên xebatê û sosîyalî Sêyêd Mortazavîn qebûl kirîye.Cîgirê serokwezîr mêvan silav kirine û derheqa girîngîya pêşxistina pêwandîyên tevî Îranê daye dîyarkirinê.
Xeberdan derheqa potênsîyala mezinda, ya pêwandîyên êkonomîkî daye dîyarkirinê û mecalên hevkarîyê gotûbêj kirine. Xeberdan usa jî dora wan govekada çûye, nava kîjanada dikarin hevkarîyê bidine pêşxistinê.
Dawîya hevdîtinê, wezîrê Îranê cîgirê serokwezîr teglîfî li Îranê kirîye, ku ew cîda nasîya xwe bidine xebatên wezîreta Îranêye wê govekê.







