H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tabîya Hindistanêye balanskirî qîmet dike: Hakob Arşakyan

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê, serokê koma Ermenîstan û Hindistanêye dostîyê Hakob Arşakyan li Dêlîyê, wextê hemcivîna  “Dîyaloga Raîsîna 2023” bi axaftin pêşda hatîye.

“Em elametîya wezîreta Hindistanêye karên der bilind qîmet dikin, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî  gerekê ji axa Ermenîstana serbixwe bêne derxistinê û gunehkarkirina ji alîyê hindada, ya girêdayî îlona sala derbazbûyîra û dorgirtina korîdora Laçînêra.

“Em usa jî piştgirîya Hindistanê, ya bona helkirina pirsgirêka Qerebagê bilind qîmet dikin.

Hêzên Adirbêcanê sîlihkirî dîsa nava axa Ermenîstanêdanin û niha jî krîzeya hûmanîtarî li Qerebagê pêşda hatîye, ya ku rûyê dorgirtina ji alîyê Adirbêcanêda destpê bûye.Bangên Adirbêcanêye agrêsîv û kirinên wan cedandinên Ermenîstanêye bona îzbatkirina aşîtîyê diteribînin”,-Hakob Arşakyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button