H’emû nûçeSereke

Kompanîya  Microchip  Technology  bona mîyaserkirina bernamên li sûka ermenîye têknolocî hewaskarin

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokê kompanîya Microchip Technology  ê Bryûs Vêyêr û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye.

Serokwezîr hatina kompanîyayê, ya li Ermenîstanê û usa jî hevkarîya tevî kompanîya ermenî, silav kirîye. Nava çarçoveya vê yekêda kompanîya Microchip Technology wê li Ermenîstanê beşa xwe veke. Nîkol Paşînyan gotîye, wekî pêşkeftina goveka têknolocîya pirseke hukumata Ermenîstanêye girînge û nava vê goveka stratêcîda pêşkeftin tê kifşê.

“Em beşdarbûna kompanîyayên têknolocî, ya nava sûka Ermenîstanêda girîng hesab dikin û em amadene piştgirîyê bidine pêvajoya învêstîsîyon”,-serokwezîr gotîye.

Bona qîmetkirina bilind, Bryûs Vêyêr razalixî elamî serokwezîr kirîye û daye dîyarkirinê, wekî kompanîya wan hewaskare ku beşdarî bernamên li sûka ermenîye têknolocîya bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button