Têrîtorîya Ermenîstanêye serbixwe gelek cara ji alîyê Adirbêcanêda hatîye êrîşkirinê:Freedom House

Nenihêrî garantîyayên ewlehkarîya ji alîyê rûsada, desthilatdarîya Adirbêcanê agrêsîya leşkerî hindava Ermenîstanê daye zêdekirinê.Meha îlonêda di navbera Tacîkstanê û Qirqizstanêda pevçûyîn qewimî rûyê çida sed meriv hatine kuştinê.
Li dor-berên Adirbêcanê û Qerebagê, li wan cîha, li kîderê ermenî hene, binelîyên li wir li ber qezîya zordarîya fîzîkî sekinîne.Derheqa wê yekêda raporta organîzeyêda hatîye dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî îlona sala 2022 a hêzên azêrîya ketine axa ermenî. Wî çaxî jî ji 200 î zêdetir leşkerên ermenî hatine kuştinê û 293 jî birîndar bûne. Sê binelîyên edil hatine kuştinê, lê 20 leşker jî dîl ketine. Hatîye dîyarkirinê, wekî şedetî hene ku leşkerên azêrî xirabkarî mîyaser kirine. Qezayên Syûnîkê, Gêxarkûnîkê û Vayos Zorê bûne hedef û rûyê wê yekêda zîyana mezin heye, bi hezara binelîyên edil hatine cîşihitandinê. Ew pevçûyîn du roja kişandine, lê piştî wê yekê jî agirbest hatîye teribandinê. Bi deha dîlên leşkerî hetanî niha li Adirbêcanê mane, ji kîjana hene meriv ku hatine zêrandinê.Derheqa wê yekêda raporta Freedom House ê da hatîye dîyarkirinê.







