H’emû nûçeSereke

Dîlên ermenîye li Adirbêcanê nava hevraxeberdanên ku ketine nava hesarê, bûne pirsa bazarkirinê:BBC

Bi deha dîlên ermenîye leşkerî li Bekûêne, kîjana Adirbêcan çawa “têrorîst” nav dike û ew hê lez nakeve wana paşda vegerîne Ermenîstanê. Beşa BBC ê , ya rûsî derheqa dîlên ermenîye leşkerîda miqale çap kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdan ketine nava hesarê û pirsa dîla jî bûye ya bazarkirinê. Miqalêda hatîye dîyarkirinê, wekî havîna sala 2021 ê mehkema Bekûyê 13 dîlên ermenîye leşkerî ceza kir û girtina şeş sala da wan. Wana nava  wa gotî “têrorîzmêda” gunehkar dikin.

Miqalêda hatîye gotinê, wekî piştî şerê Qerebagêyî duemîn, dora wan leşkera girtine û ew dîl hildane.

Bekû dibêje, wekî cem wan 33 dîlên ermenî hene, lê li gorî gotinên parêzerê mafên mêrivî berê Arman Tatoyan û parêzera berjewandîyên dîla Sîranûş  Sahakyanê ew hejmar ne ya raste, çimkî li wir xêncî 33 dîla, usa jî 80 dîlên mayîn dikarin hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button