H’emû nûçeSereke

Hevraxeberdanên Arsaxêye tevî Adirbêcanê tenê wî çaxî dikarin pêk bên, dema ku ew bibine alîyên wekehev: Stêpanakêrt

Hevraxeberdanên Stêpanakêrtê û Bekûyê tenê nava qewilên wekehevtîyêda dikarin pêk bên.Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan gotîye, dema ku ewî vexwendina aparata serokê Adirbêcanê şirove kirîye, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî ew alîyê Stêpanakêrtê teglîfî li Bekûyê dikin ku hevdîtinên întêgrasîyon, usa jî pirsên derheqa projeyên sîstêmên li Qerebagê gotûbêj bikin.Adirbêcan pêşnîyar dike ku hevdîtinê li Bekûê pêk bînin.

“Bi  pêşnîyara çapemenîyê belavkirî Bekû careke mayîn dide kifşê ku ew amade nabe hevraxeberdana derbazke.Arsax her dem jî piştgira hevraxeberdana û helkirina pirsgirêkêye bi rîya edile. Feqet hevraxeberdan dikarin tenê  nava qewilên wekehevtîyêda, bi beşdarîya navçîgarên navneteweyî pêk bê. Formata Arsax-Adirbêcan- Ermenîstan hê sala 1994 a hatîye pêşdakişandinê. Ya duem ewe, wekî cûrê navneteweyî jî heye. Vexwendina bona  hevraxeberdana bi rîya çapemenîyê nayê kirinê, heger ew bona hevraxeberdana amadene. Name bi destî navçîgara yanê jî bi cûrê raste-rast teslîm dikin, lê ne bi rîya çapemnîyê. Ya sêemîn jî ewe ku em bînin bîra Bekûyê wekî gotina “Dîyaspora Qerebagêye ermenî” tune. Komara Arsaxê dewlete, nenihêrî wê yekê ku ew naskirî nîne. Heger Adirbêcanê ew nas nekirîye, ew yek dijwar nîne, derheqa  kîjanêda şedetî pêwandîyên wêye tevî wa gotî Komara Qibrisêye Bakûr û Tayvanê didin.  Bi hesabhildana vê yekê meriv dikare bêje wekî li Bekûyê eşkere naxwezin ku pêvajoya hevraxeberdana bê dasekinandinê”,- Babayan gotîye.

Ewî bîr anîye wekî naçîgarên navneteweyî bona wê yekê pêwîste, çimkî Adirbêcan her dem pevketina naqedîne. “Ji wan mesela yek jî neqedandina birîyara mehkema navneteweyîye.Ew yek jî dûrî aqila nîne, wekî li Bekûyê dikarin dêlêgasîya Stêpanakêrtê bigrin”,- Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button