Ermenîstanê bersiva Adirbêcanêye derheqa peymana aşîtîyêda stendîye

“Heger halekî usa pêşda bê, wekî du-sê roj mane ku emê dokûmêntê îmzekin, wî çaxî ew dibe behseke baş, çimkî ew yek dide kifşê, wekî bi pêvajoyên hevraxeberdana em pêşda çûne û em gihîştine encamekî baş”,- wextê hevdîtina tevî rojnamevana, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, ew encam, encamê xiyalên me nîne, lê belê, ew encame, yê ku gerekê aşîtîya wededirêj, qewînbûnê û pêşkeftinê bide çareserkirinê.
“Du-sê roj pêşda me bersiva Adirbêcanê derheqa projeya meda stend.Ez çi dikarim derheqa wê dokûmêntêda bêjim? Gelo nava dokûmêntêda pêşkeftin heye? Gerekê bidime dîyarkirinê wekî hinek pêşkeftinê em dibînin, lê em çiqasî pêşda diçin, ewqasî problêmên fûndamêntal pêşda tên”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr pirsgirêkên ji alîyê azêrîyada sazkirî raber kirîye: “Adirbêcan dicêribîne bi rîya peymanê, ya bona îzbatbûna pêwandîya û aşîtîyê dewekarîyên xweye hindava axa Ermenîstanê raberke, lê ew yek bona me xeta sore. Em dibînin, wekî bi pêşnîyarên wê têkstê Adirbêcan dicêribîne mandata mîyaserkirina komkujîyê, yan jî paqijkirinên êtnîkî yên li Qerebagê dest bîne, nava wêda usa jî bi îmza Ermenîstanê.Ew yek jî bona me xeta sore. Em usa jî dibînin wekî Adirbêcan xwe dide alîyê xeteke usa, bona ku sîstêma meye garantîya tunebe û ew yek jî bona me xeta sore. Roja îroyîn dokûmênta îmzekirî heye, ya ku nayê pêkanînê. Gilî derheqa elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î ne, li gorî kîjanê korîdora Laçînê gerekê girtî nîbûya, lê ew niha girtîye. Bo wê yekê jî niha Ermenîstan dide kifşê, wekî her dokûmênteke ku gerekê bê îmzekirinê, gerekê ji alîyê sîstêmên navneteweyîda garantîya mîyaserkirinê bistîne”.







