Garanta ewlehkarîya Qerebagê Rûsîyaye: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye ku garantîya ewlehkarîya Qerebagê Rûsîyaye û ew gerekê wê rolê biqedîne.
Bi axaftina derheqa wê yekêda ku heger dijî Qerebagê êskalasîya destpêbe, Ermenîstanê ewlehkarîya Qerebagê çareserke, yan na, ewî gotîye: “Bona çi min elametîya 9 ê mijdarêye sêalî îmze kir? Bi menîke gelekî zelal, bi femkirina wê yekê wekî nava wî halîda Ermenîstan nikare tam ewlehkarîya Qerebagê bide çareserkirinê û bo wê yekê jî pêwîst bû sîstêmeke usa sazkin, ya ku wê ewlehkarîya Qerebagê bide çareserkirinê.
Li gorî elametîya sêalî, piştî wê yekê li gorî qirara şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon, destûr tê dayînê ku serokê welêt esker bişîne Qerebagê.Bi vî cûreyî garanta ewlehkarîya Qerebagê Rûsîyaye. Ew ne ji bo wê yekêye ku Ermenîstan ji wê yekê paşda disekine, lê bo wê yekêye, wekî mixabin rûyê binketina nava şerê 44 rojeda Ermenîstan nikare wê pêvajoyê tam mîyaserke.
Ji alîkî mayînva eskerê Qerebagê eskerê parastinêye, kîjanî Adirbêcan dicêribîne çawa eskerê Ermenîstanê raberke. Li Qerebagê eskerê Ermenîstanê tune”.







