H’emû nûçeSereke
Girtina korîdora Laçînê ya neqanûnî û nemerivatîye
Îro ez li nehîyên Ermenîstanêye başûr qesidîm, bona ku bi çevê xwe encamên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê bibînim.Derheqa wê yekêda serokê NATO ê yî berê, şêwirmendê sîyasî Andêrs Fog Rasmûsên gotîye rojnamevana.
“Ez çûme ew bajarê bedew Cêrmûkê, li kîderê serokbajar encamên êrîşa azêrîya nîşanî min daye û ew yek tehsîra mezin li ser tûrîzmê hiştîye. Pêşda ez li korîdora Laçînê jî qesidîm, ya ku di navbera Qerebagê û Ermenîstanêda rîya tek-tenêye. Kanûna sala derbazbûyî korîdora Laçînê hate girtinê. Girtina korîdora Laçînê, ya ne qanûnî û nemerivatîye”,- ewî gotîye.