H’emû nûçeSereke
Parlamênta Îraqê amade dibe ku projeya byûcêya fêdêral qebûlke
Nava rojên nêzîkda parlamênta Îraqê gerekê projeya byûcêya fêdêral gotûbêjke.Gilî derheqa byûcêya welête salên 2023-2025 a ne. Şêwira wezîra ew proje îdî pejirandîye.
Nava dîroka welêtda eva projeya byûcêyê ya here mezine. Hîvîyêne wekî bi saya vê byûcêyê gelek werguhastin wê çêbin.
Hîvîyêne wekî bi saya wê yekê usa jî hevraqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda wê bêne helkirinê û bi saya mîyaserkirina vê projeyê ew prosês wê bê lezêxistinê.