H’emû nûçeSereke

Li  Ermenîstanê qedexe dikin ku krêdîta bi perên başqe bidin

Li  Ermenîstanê qedexe dikin ku krêdîta bi perên başqe bidin.Wextê civîna parlamêntêye duh hatîye dîyarkirinê, wekî nava wê qanûnêda guhartin hatine kirinê.

Derheqa wê yekêda serokê komîsîya pirsên byûcêyê û fînansa Gêvorg Papoyan xeberdaye. Bi gotina wî, bi hesabhildana pêwîstîya çareserkirina qewînbûna sîstêma fînansî û usa jî bi hesabhildana rîskên fînansî, sîyasî û êkonomîkî gerekê wan krêdîta bi dolara yan jî yûro nedin.Hatîye dîyarkirinê, wekî van axirîya krêdîtên wî cûreyî zêde bûne û heger bahê dolar û yûro bilindbe, wî çaxî pirsgirêkên mezin dikarin pêşda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button