H’emû nûçeSereke

Adirbêcan rewşê  berbi  êskalasîya nû  pêş dixe: serokwezîr

Binpêkirinên bêcezayên Adirbêcanê yên peymanên lihevkarî yên navneteweyî wê teşwîq dike ku bikeve provokasyonên nû. Li gorî nûçeya “Armenprêss” ê, serokwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna hukumetêda ev yek ragîhand.

 “Duh dema ku alîyê Adirbêcanê leşkerê hêzên çekdarên Komara Ermenîstanê Arşak  Sargsyan bi guleya sekvanîyê kuştîye, provokasyoneke wiha wehşetî pêk hat. Paşînyan sersaxîyê ji dê û bav û xizmên leşkerê kuştîra  xwestîye, ez bala civaka navneteweyî dikişînim ser vê yekê ku Adirbêcan rewşê berbi êskalasîyake nû pêş dixe.

Bi gotina serokwezîr, ev yek bi axaftinên bêaqil yên Adirbêcanê yên bi navê “Adirbêcana Rojavayê” li ser asta dewletê, ku kiryarek eşkere ya destdirêjîya li ser xaka serwêrtîya Komara Ermenîstanêye, bêtir eşkere dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button