H’emû nûçeSereke

Baylozxana ŞAY: derheqa înstîtûta garantîyayêda, ya nava peymana aşîtîyêda

Nevsên Ermenîstanêye derecebilind gelek cara elam kirine, wekî Ermenîstan dixweze nava peymana ermenîya-azêrîyaye aşîtîyêda înstîtûta garantîyayê hebe. Radar Armênîya berbirî  baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bûye û cêribandîye bide zelalkirinê ku ŞAY derheqa vê pirsêda li ser çi tabîyêye û gelo ew amadeye rola garanta peymana aşîtîyê hilde ser xwe.

Baylozxana Ştatên Yekbûyî bersiva vî cûreyî daye: “Ştatên Yekbûyî dîsa li ser wê tabîyêye ku li herêma Qafqasîya Başûr aşîtî, dêmokrasî û pêşeroja baş hebe. Dîyaloga raste-rast nava wê pirsêda pirsa here serekeye. Em dîsa beşdarî wê prosêsê dibin, ku prosês bi formata dualî, tevî hevkara û nava doranên organîzeyên piralîda pêk bê, bona ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêjkirina bighînine aşîtîya wededirêj û qewîn. Dew û doz nikare bi rîya leşkerî bê helkirinê, lê helkirina pirsaye bi rîya xebitandina qewatê tiştê qebûlkirinê nîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button