SerekeSîyasî

Kirbî: armanca ŞAY tune ku amadebûna xweye li Sûrîyayê bide kurtkirinê

Koordînatorê pêwandîyên stratêcî, yê şêwira ewlehkarîya miletîyê ya li qesira Sipî Con Kirbî îzbat kirîye, wekî armanca welatê wî tune ku amadebûna xweye leşkerîye li Sûrîyayê bide kurtkirinê û ewê şerkarîya dijî DAÎŞ ê berdewam bike. Ewî daye dîyarkirinê, wekî li Sûrîyayê nêzîkî 1000 leşkerên amêrîkî hene, yên ku pirsên pêşîya xwe dianî hel dikin.

Bi wê yekêva tevayî wekîlê amêrîkî gotîye wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê yekê jî hesab hildide, ku diqewime êrîşên dijî komên piştgirên Îranê berdewambin, heger serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên  usa hesabke, ku pêwîste hêzên amêrîkî û baregehên wan biparêzêzin.

Em bêjin, wekî pêşda Ştatên Yekbûyî elam kir wekî ewê hêzên xweye li Sûrîyayê biparêzin, dema ku hêzên amêrîkî derb gîhandine wan komên sîlihkirî, yên ku piştgirîya Îranê dikin.Ew yek bersiva êrîşên bi dirona bû, kîjan dijî baregehên amêrîkî êrîş kiribûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button