Ji 1 ê nîsanêda dewsa hêzên sîlihkirî sînorxweykir wê korîdora Laçînê kontrolkin: Paşînyan

Ji 1 ê nîsanêda dewsa hêzên sîlihkirî sînorxweykir wê korîdora Laçînê kontrolkin.Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî derheqa bûyarên li korîdora Laçînê xeberdaye.
Bi gotina wî, bûyara bi sirê, ya li korîdora Laçînê guhartina rêva girêdayîye.
“Tebaxa sala 2022 a nava encamê qayîlîya di navbera desthilatdarîyên Adirbêcanê û Qerebagêda, rîya korîdora Laçînê hate guhartinê.Feqet rîya ku korîdora Laçînê Ermenîstanêva dida girêdanê, bi temamî amade nîbû û rîya wedelû hate xebitandinê, ya ku bi pira Kornîzorê dikete axa Ermenîstanê, û paşê dîsa dikete axa Adirbêcanê, û dîsa careke mayîn dikete nava axa Ermenîstanê. Li gorî pevketina destanî, ew rê hetanî gerekê 1 ê nîsana sala 2023 a bixebitîya”,-Paşînyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî rojekê pêşda Ermenîstanê elamî alîyê azêrîya kirîye, wekî li gorî pevketinê, piştî pira Korînozorê rê wê tenê axa Ermenîstanêra derbazbe û hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir wê parastina sînorê Ermenîstanê hildine ser xwe.
“Ez bêjim, wekî leşkerên sînorxweykir wê li ser sînorê Komara Ermenîstanê bêne cîhwarkirinê, hema li wan cîha, li kîderê hetanî niha hêzên wezîreta parastinê cîhwarkirîbûn.
Me usa jî pêşnîyarî alîyê Adirbêcanê kirîye ku ew jî wî cûreyî bikin.Ez hêvîdarim wekî ev pêvajo wê bêyî provokasîya bê kirinê”,- Paşînyan gotîye.
“Em hêvîdarin,wekî pêşerojêda cîleqandinên konkrêt wê hebin. Komara Ermenîstanê amadeye û em hêvîdarin wekî nava formata Stêpanakêrt-Bekûyêda wê hevfemkirin hebe.Bêguman nava vê hemtêkstêda beşdarbûna mêxanîzmên navneteweyî û xebitandina garantîya gelekî girînge”,- Paşînyan gotîye.







