H’emû nûçeSereke
Menîyên seredana li Ermenîstanê li gorî Forbes ê
Ji komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê elam kirine, wekî Forbes ê da miqala derheqa Ermenîstanêda hatîye çapkirinê.
“Nenihêrî wê yekê ku hûn rêwîkî çi cûreyîne, hûnê li Ermenîstanê ese wê yekê bibînin, kîjanê hûnê hizkin. Li wêderê hûnê xurekên xweş, cîh û warên bedew bibînin, yên ku ketine nava navnîşa UNESCO ê”,- kovarê nivîsîye. Sernavê miqalê eve: “Deh menîyên bona seredana li Ermenîstanê”.
Xudanê miqalê cuda derheqa dêrên Haxpatê û Gêxardê, gola Sêvanê, çîyayê Araratêda daye dîyarkirinê û nivîsîye û derheqa ava vexwerinêye paqij, fêkîyênê xweşda daye dîyarkirinê.