
Gelek meriv, nava wanda usa jî endamên Partîya Dêmokratîk, ya Gela û xebatkarê kovarê Sêma Korkmaz li Stembolê û Îzmîrê hatine girtinê. Sibeh zû xebatkarên polîsîyayê li Stembolê û Îzmîrê ketine mala. Li gorî elametîyên belavbûyî, meriv hatine girtinê.
Hatîye ragîhandinê, wekî ev merivên binçevkirî nava wa gotî “endamtîya nava organîzeya têrorîstîda” gunehkar kirine.







