H’emû nûçeSereke

Merkeza şirovekirinêye Stratfor  ê derheqa halê li Qerebagê û pêwandîyên ermenîya-azêrîyada daye dîyarkirinê

Çawa ku hevraxeberdanên edil, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ketine nava hesarê, meriv tê ser wê fikirê, wekî destpêbûna zordarîya yan li Qerebagê, yan jî li ser sînorê herdu welata diha nêzîkî rastîyê dibe, û nenihêrî wê yekê jî opêrasîyona leşkerîye berfireh, yanê jî beşdarbûna Îranêye tevî dew û dozê hindikî nêzîkî rastîyêye. Fikira wî cûreyî pêşezanên merkeza lêkolînîye  Stratfor ê  elam kirine.

“Bi texmîn, Adirbêcanê teribandinên rêjîma agirbestêye bi mezîla biçûk mîyaserke bona ku  topraxa dagirke. Nenihêrî kirinên van axirîyaye agrêsîv, çetin Adirbêcan opêrasîyona berfireh destpêke, çimkî mêtodên diha biçûk dikarin mecalê bidine Bekûyê ku ew bighîje meremê xwe. Hercar Adirbêcan hinek tabîya dagir dike û hêzên wan tabîyên xweye stracî didine başkirinê”,- nava nivîsara  merkezêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button