SerekeSîyasî

Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî qayîlnivîsara di navbera Hewlêrê û Bexdayêda silav dike

Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî ew qayîlnivîsar silav kirîye, ya ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bona deranîna neftê hatîye morkirinê. Mîsîyayê bi hêvîdarî gotîye, wekî ev yek wê piştgirîyê bide pêşkeftina welêt û wê bingehê bona helkirina pirsgirêkên mayîn dayne.

Qaylnivîsara tevayî, ya derheqa deranîna nefta Kurdistanêye li Bexdayê, di navbera Hewêlêrê û hukumata fêdêralda, bi serokatîya Mesûd Barzanîyê serokwezîr û serokwezîrê Îraqê Mehmed As Sûdanî hatîye îmzekirinê.

Lîdêrên Kurdistanê û Îraqê bi hêvîdarî gotine, wekî ev yek wê piştgirîyê bide hevkarîya herdu alîya û helkirina pirsgirêkên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button