Teşkîla komîtêya pêşbirka Avropayê, ya giranîbilindkirinê, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê, klîpa fermî raber kirîye.
“Sporta giranîbilindkirinê li Ermenîstanê heye û hetanî roja îroyîn ew gelekî popûlyare.
Pêşbirka Avropayê mecaleke cudaye ku rîya derbazbûyî careke mayîn qîmetkin û li ber dinîyayê nêzîkbûna meye hindava vê sportê bidine kifşê. Bi vê vîdêoyê diha baş tê raberkirinê”,- nava rûpelê fermîda hatîye gotinê.
Pêşbirka Avropayê wê li komplêksa ser navê Karên Dêmîrçyan ji 15 a hetanî 23 ê nîsanê pêk bê.







