H’emû nûçeSereke

Kirina navê Ermenîstanê nava cêrga beşdarên telîmên  “Defender 23 ” da şaşîye: Pêntagon

Wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye parastinê, bersiva  pirsa qulixdarîya “Dengê Amêrîka”yê, ya beşa ermenî daye, ya derheqa navê  Ermenîstanêye nava navnîşa welatên beşdarên telîmada bûye.

Nava bersivêda Pêntagonê daye dîyarkirinê: “Kirina navê Ermenîstanê nava navnîşa welatên beşdarên telîmên “Defender 23 ” da şaşîya koma qulixdarîyê bû.Alîyê ermenî tu cara tevî van telîma nebûye û gerekê navê Ermenîstanê nava navnîşêda  tunebûya”.

Em bîr bînirn, wekî wezîreta Ştatên Yekbûyîye parastinê înformasîya belav kiribû, wekî ji 22 ê nîsanêda deh welatên avropî wê beşdarî wan telîma bibin.

Nava navnîşa wan welatada navê Ermenîstanê jî hatibû dîyarkirinê, lê piştî çend seheta ew nav ji nava navnîşê hatibû derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button