H’emû nûçeSereke

Têra tê dîtinê ku li Ermenîstanê  Yandex.hub  bê vekirinê: Kêrobyan cîgirê serokê  Yandex ê  qebûl kirîye

Têra tê dîtinê, ku li Ermenîstanê Yandex.hub  ê vekin. Derheqa vê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye, dema ku ew rastî cîgirê serokê kompanîya  Yandex ê  Pavêl Dêmîdov hatîye.

Wezîr berfirehbûna şuxulkarîya kompanîyayê, ya li Ermenîstanê girîng hesab dike, ya ku niha bi xebitandina taksîya, belavkirina xurekva mijûle, usa jî ofîsa kompanîyayê heye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî cêrge pirsên derheqa învêstîsîya, vekirina merkeza, mîyaserkirina projeyên perwerdeyî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button