Piştî pevketina Bekûye carekêra paşdavegerandina dîla înkar kir: parlamêntvan

Gelek cara qewimîye, dema ku tevî Adirbêcanê dora paşdavegerandina dîla pevketin hatîye destanînê û piştî wê yekê Adirbêcan carekêra ji wê yekê paşda sekinîye. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.
Bi gotina wî, Ermenîstanê tu cara pirsa paşdavegerandina dîla werguhêzî têma hevraxeberdana nekirîye.Ewî bîr anîye, wekî Adirbêcan eva serê çend salaye ku xala elametîya 9 ê mijdarê mîyaser nake. “Em difikirin wekî hemû dîlên leşkerî gerekê bêne paşdavegerandinê û ew yek têma hevraxeberdana nîne”,- parlamêntvan gotîye.
Ewî daye bawarkirinê, wekî hemû rêyên dîplomatî tên xebitandinê ku pirsa paşdavegerandina dîlên leşkerî bê helkirinê. Hukumê li ser Adirbêcanê gerekê bê zêdekirinê. “Bekû dixweze wekî ev pirs bê xebitandinê. Evê îzinê bide ku ew çawa têma hevraxeberdana bidine xebatê”,-Sargîs Xandanyan gotîye.







