SerekeSport

Bekû îzbat dike wekî koma wan wê li Ermenîstanê beşdarî pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê bibe

Adirbêcanê birîyar kirîye beşdarî pêşbirka Avropayê, ya giranîbilindkirinê bibe, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê. Prêssa azêrîya ragîhandîye, wekî koma azêrîya wê ji çar sportsmênabe: Nazîla Îsmayîlova / 45 kg/, Îsa Rûstamov /67 kg/, Omer Cavadov /73 kg/ û Elî Şûkûrlû /102 kg/.

Em bêjin, wekî pêşda Adirbêcanê elam kiribû, wekî pênc sportsmênên wan wê beşdarbin.

Pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê wê ji 14 a hetanî 23 ê nîsanê li Yêrêvanê pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button