H’emû nûçeSereke
Dewekarîyên derheqa qulixçîyên leşkerîda tên berkkirinê

Li Ermenîstanê wê bê qedexedekirinê ku leşker wextê qulixkirinê smartfona bidine xebatê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arman Sargsyan li parlamêntê gotîye.
Bi gotina wî, bûyarên wî cûreyî wê bêne cudakirinê, kîjan wê ji alîyê wezîrê parastinêda bêne birîyarkirinê.Sargsyan usa jî gotîye, wekî xêncî wê yekê beşdarbûna leşkeraye wextê mîtînga û meşên şikyatkirinê wê bê qedexekirinê.
Bona leşkera wê usa jî bê qedexekirinê ku ew banga yan jî elametîya derheqa wê yekêda belavkin, yên ku derheqa qulixkirinêdanin û usa jî girêdayîne pirsên sîyasîva.
Îzina leşkera wê usa jî tunebe ku ew bêyî destûra serokatîyê melûmetîya derheqa qulixkirinêda, vîdêyoya û wêneya belavkin.







