H’emû nûçeSereke

Leşkerên Adirbêcanê ji tabîyên xwe revîne: serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa du leşkerên Adirbêcanêda bi hûrgilî raber kirîye, yên ku ketibûne axa Ermenîstanê.

“Nava encamê lêpirsînêda zelal bûye wekî leşkerên Adirbêcanê tevî hevalê xwe ji tabîyên xwe revîne û menîya wê yekê ew bûye, ku ew ji alîyê leşkerên mayînda hatine nuxsankirinê.

Heger merivê ku naxweze paşda vegere welatê xwe, em nikarin bi destê zorê wî paşda vegerînin.

Li gorî melûmetîyên stendî, leşkerê mayîn, kîjanî hetanî niha digerin, piştî ketina nava têrîtorîya Ermenîstanê, hema gundê li ser sînor gotîye, ku ew poşman bûye û dixweze paşda vegere”,- li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê dayîna bersiva pirsa, Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button