H’emû nûçeSereke

Em hêvîdarin wekî Bryûsêlê  gavên anegor biavêje: Armên Grîgoryan derheqa qewînbûna sînorda

Dema ku dîtindarên avropî li ser axa Ermentîstanê cîhwarbûn, Adirbêcanê dicêriband bide kifşê, ku dîtindarên Avropayê wê mîsîya xwe tam mîyaser nekin. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî  “Sîvîlnêt” ê gotîye.

“Bi ratsî, bûyara li nêzîkî gundê Têxê dijî dîtindarên Avropayêye, çimkî hêvîdarî usa jî ewe, wekî cîhwarkirina dîtinadrên Avropayê wê bona Adirbêcanê bibe mecala pêşîgirtinê. Feqet Adirbêcan propaganda agrêsîv berdewam dike û provokasîya teşkîl dike. Ev yek me xemgîn dike û pêra jî Bryûsêlê xemgîn dike. Em hêvîdarin wekî Bryûsêlê gavên anegor biavêje bona ku em li ser wê fikirêbin, wekî Adirbêcanê menîyên qelp nede xebatê, yên mînanî li gundê Têxê û provokasîya teşkîl neke”,- ewî gotîye.

Armên Grîgoryan usa jî gotîye, wekî çareserkirina qewînbûnêye li ser temamîya sînor dikeve nava rojeva Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button