Adirbêcan nava axa dagirkirîda gavên agrêsîv amade dike, kîjana dikare dijî Îranê bide xebatê: Babayan

Adirbêcan nava axa Qerebagêye dagirkirîda komên agrêsîv cîhwar dike, kîjana pêşerojêda dikare dijî Arsaxê û Îranê bide xebatê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Qerebagê Davît Babayan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa rojnamevan daye û şirove kirîye ku bo çi Adirbêcan li wan cîhên dagirkirî meriva cîhwar dike.
“Piranîya binelîyên Şûşîyêye azêrî, binelîyên li wir nîbûne. Hetanî sala 2020 î li Şûşîyê 50 000 meriv dijîtin, ji kîjan 47 000 ermenî bûn. Beşeke wane biçûk tirk û miletên musulmane mayîn bûn. Piştî qetilkirinên ermenîyaye sala 2020 î, yên li Şûşîyê, hetanî salên 1970 ê yî li Şûşîyê ji pênca hetanî şeş hezar binelî hebûne. Paşê wana ji nehîyên Adirbêcanêye cuda-cuda azêrî anîn û li wandera cîhwar kirin. Heger li wandera meriv bêne cîhwarkirinê, ewê binelîyên Şûşîyê nîbin.Femdarîye wekî ewê ji nehîyên başqe meriva bînin, li wandera cîhwarkin. Înformasîya hene, wekî li axa Arsaxêye okûpasîyakirî, Adirbêcan tirkmêna, merivên ji Rojhilata Navîn hatî cîhwar dike, yên ku wextê şêr piştgirîya Adirbêcanê kirine, bona ku pêşerojêda ew wan meriva dijî Arsaxê û Îranê bidine xebatê”,- Babayan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan elametîya 9 ê mijdarê diteribîne, çimkî li gorî elametîya sêalî, cîhwarkirina meriva gerekê bin bandora Organîzeya Netewên Yekbûyî bê mîyaserkirinê.







