H’emû nûçeSereke

Qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîya Başûr dikare di navbera Rojavayê û Rûsîyayêda bibe konsêsûs: Paşînyan

Qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîya Başûr dikare di navbera Rojavayê û Rûsîyayêda bibe konsêsûs.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê fikira wî cûreyî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê, wextê raberkirina hukumata Ermenîstanêye salên 2021-2026  a, raber kirîye.

“Piştî şerê 44 roje Adirbêcan hê nava êyforîyayêdane û difikire ku çiqasî dikare zêde tişta hilde, lê heger mecal hebe hemû tiştî hilde.Femdarîya wê halê navneteweyîva zêdetir gur dibe.Adirbêcan yan raste-rast, yan jî nerast bûye xaçerêya ênêrgêtîkî û logîstîkî û girîngîya wê bona Rûsîyayê, usa jî bona hinek welatên Rojavayê, mezin bûye. Feqet nava halê wî cûreyîda him rîsk û him jî mecal hene”.

 Rîsk herroj tên kifşê, lê mecal didine kifşê, wekî Qafqasîya Başûr xaçerêya mezine. Nava wê yekêda usa jî rola Ermenîstanê û Gurcistanê girînge.

“Nava wê hemtêkstêda qewînbûn û aşîtîya herêmê dikare di navbera Rojavayê û Rûsîyayêda bibe konsêsûs, çimkî heger li herêma me careke mayîn pevçûyîn çêbe, hema alîyê ênêrgêtîkîda ew yek dikare him bona Rûsîyayê û him jî bona Rojavayê bibe pirsgirêk”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button