SerekeSport

Ev  pêşbirka here başe ku min dîtîye: serokê fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirinê

Serokê fêdêrasîyona Avropayêye  giranîbilindkirinê Antonîo Konflîtîn axaftina xwe ya li radyoya Ermenîstanêye Civakî got, wekî ev  pêşbirka here başe ku min dîtîye, ku Ermenîstan amadeye pêşbirka cîhanî ya 2024 a qebûl bike.

“Pêşbirkên cuda hebûne, lê organîzeyakirina  wiha nayê bîra min. Ez difikirim ku ev  pêşbirka herî başe ku min dîtîye. Ji ber vî karî ez spasîya hukumeta Ermenîstanê û  fêdêrasîyona  giranîbilindkirinê dikim

Li gorî serokê  fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirinê, şansê ku di salekê de li  Yêrêvanê  pêşbirka cîhanê bê lidarxistin, zêdeye. Ermenîstanê tevî çar welatên din bo qebûlkirina pêşbirka Avropayê ya 2024 a  erze  raber kirîye. Serokê  fêdêrasîyona Avropayê wiha got: “Li gor min şansên mezin yên Ermenîstanê hene ku bi ser bikeve.

Antonîo Konflîtîn cara yekemîne li Ermenîstanêye. Ew dibêje ku herî zêde ji xelqê vir hez kirîye. “Ew vekirî, germ û hevalin”.

Derbarê  pêşbirkêda jî, serokê  fêdêrasîyona Avropayê bi bîr xist ku  pêşbirka Avropayê ne tenê tûrnûvayeke girîng ya  Avropayêye, di heman demê de ji bo lîstikên olîmpîyê jî pîvaneke.

Konflîtîn got: “Sportsmêna baş xwe amade kirine, pêşbirkek cidî heye û rêkord jî îzbatîya wêye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button