
Derheqa pêşbirka li Yêrêvanê van roja ne tenê ji Aûstrîyayê, lê usa jî li temamîya dinîyayê xeber didin.Derheqa wê yekêda hînkirê koma ji Aûstrîyayê Sargîs Martîrosyan gotîye.
“Li Yêrêvanê bi rastî cejina sporta giranîbilindkirinêye. Hemû tişt li ser dereca bilind hatîye teşkîlkirinê.Vê pêşbirkê da kifşê, wekî em dikarin li Ermenîstanê pêşbirkên mezin bidine derbazkirinê”,- Martîrosyan gotîye.
Sargîs Martîrosyan nava pêşbirka Avropayêda beşdarê tek-tenêye, yê ku him çawa sportsmên û him jî çawa hînkir pêşda tê.







