Axaftina serokê ŞAY girêdayî roja komkujîya Ermenîra

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên girêdayî roja komkujîya Ermenîra elametî belav kirîye.Derheqa wê yekêda Qesira Sipî elam dike.
Nava elametîyêda hatîye gotinê: “Îro em disekinin bona ku jîyanên undakirî, yên wextê komkujîya Ermenî bîr bînin. Û em careke mayîn îzbat dikin ku emê tu cara sozê xwe bîr nekin. Em tevî welatên dinîyayêye cuda-cuda vê yekê bîr tînin. Em birîyara cimeta ermenî qîmet dikin. Gelek merivên ku ji komkujîyê filitîne, mecbûr bûne jîyana xwe li welatên başqe-başqe ji nûva destpêkin, nava wanda usa jî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî.Werin em careke mayîn borcdarîyê hildine ser xwe ku em dijî hiznekirinê dengê xwe bilindkin, mafên mêriv biparêzin û pêşîya barbarîya bigrin.Werin em bi hevra bona çêkirina pêşeroja diha baş cedandinên xwe dubarekin, li kîderê hemû meriv dikarin bi qedir û çareserbûyî bijîn”.







